Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin

Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên ji aliyê AKP’yiyan hatibûn qetilkirin, di Nobeta Edaletê de ne, diyar kirin ku ew ê teslîmî tirsê nebin.

Emîne Şenyaşar a ku di li Sirûca Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê qetil kiribûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di qetlîamê de birîndar bûbû ji salekê zêdetir e li pêşiya Edliyeya Rihayê di Nobeta Edaletê de ne.

Ferît Şenyaşar di roja 375’emîn a nobetê de hate pêşiya edliyeyê. Dayika wî Emîne Şenyaşar jî ji ber ku nexweş bû, îro nehate nobetê. 

Malbatê wekî rojên berê li ser hesabê xwe yê twîtterê peyamek weşand û got “Hewldan û têkoşîn hêviyê ava dike. Em hêvîdar in ji ber ku li pêşiya Edliyeya Rihayê 375 roj in em ji bo heqiyê têdikoşin û bi milyonan kes xwedî li vê çalakiyê derdikevin. Em teslîmî tirsê nebin!”