Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin

Malbata Şenyaşar got, ''Em ê li ber xwe bidin û edeletê bînin''

Nobeta Dadê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît li ber edliyaye Rihayê ev 89 roj in didome. 

Ji ber sedema ku avahiya edliyê îro girtiye û ji ber nexweşiya Emîne Şenyaşar îro nehatin ber avahiyê.

Malbata Şenyaşar ku li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe didomîne li ser medyaya dijîtal got, ''Li T.C'ê welatî dade êdî ne li ser rûyê erdê nabîne, li bin erdê lê digere. Malbata kesekî (wekîl) li nexweşxanê komkujiyê dike. Di ser re 3 sal derbas dibin. Dozgerek dernakeve û biryara veşartinê ranake. Em ê bi berxwedanê dadê bînin.''