Malbata Şenyaşar: Edalet, di qesrên edaletê de hate windakirin

Malbata Şenyaşar a ku çalakiya Nobeta Edaletê ya ji bo xizmên xwe yên di sala 2018'an de li Rihayê hatin qetilkirin didomînin, destnîşan kirin ku lêgerîna wan a edaletê dewam dike ku li qesrên ku edalet lê hatiye windakirin.

Xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrîşê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 777’an de berdewam dike.

Emîn Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê derketin û hatin ber deriyê edliyeyê li ber pankarta li ser “ji bo malbata Şenyaşar edalet” dinivîsî çalakiya nobetê da destpêkirin. Emîn Şenyaşar ji bo bi hevdîtina kurê xwe Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin çû Xarpêtê. Ferît Şenyaşar jî dê tev li mitînga ku Partiya Çepên Kesk saet di 14.00’an de li navçeya Halîliye ya Rihayê li dar bixe bibe. 
 
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal hesaba Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etiket kir û ev peyam parve kir: “777’emîn roja lêgerîna me ya edaletê ye ku li Qesrên Edaletê ji holê hatiye rakirin. Dayika Emîne ji bo ku kurê xwe yê ‘dîl’ tê girtin hembêz bike di rêyên Girtîgeha Xarpêtê de ye…. Heta ku ji bo hemû mexdûrên li ser vê axê dijîn edalet pêk were em ê ‘Nobeta xwe ya Edaletê’ bidomînin."