Malbata Şenyaşar: Dozger jî hevkarê qetlîamê ye

Malbata Şenyaşar a ku li hemberî qetlîama AKP’yiyan berxwedana xwe didomînin, diyar kirin ku serdozger jî hevkarê qetlîamê ye.

Emîne Şenyaşar a ku di li Sirûca Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê qetil kiribûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di qetlîamê de birîndar bûbû di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Nobet di roja 371’an de didome. 

Ferît Şenyaşar diyar kir ku hefteya borî parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqê piştgiriyeke mezin da wan û got “Derbarê dozê de Serokê Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê Erînç Sagkan jî soz da ku wê di warê hiqûqî de piştgiriyê bide me. Sagkan piştre çû serdana serdozger. Serdozger dîsa hincetek peyda kiribû û ji edliyeyê reviyabû. Serokê Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê 7 saetan li benda serdozger ma. Ji ber ku serdozger ev tişt dizanibû wê rojê nehat edliyeyê. Em mafdar in, doza me êdî bûye dozeke civakî.  Bi milyonan kes doza me dişopînin. Tu parlementerekî AKP’ê heta ku ev êriş neyê zelalkirin nikarin derkevin nava gel. Em dixwazin ev bêedaetlî û bêhiqûqtî roj berî rojekê biqede.”

Şenyaşar diyar kir li Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê qetlîamek hate kirin û got “Kesên ev qetlîam kirin wê rojekê werin darizandin. Serdozger ê ku biryara nepeniyê li ser dozê didomîne, tevî kesên ev qetlîam kirine wê were darizandin. Ew jî sûc dike. Ew jî dibe hevkarê vê qetlîamê.”