Malbata Şenyaşar: Dozger fermanê distîne, kujer nayên darizandin

Malbata Şenyaşar diyar kir ku 3 sal li ser komkujiyê re derbas bûne, ji ber dozgeriya Tirk fermanê distîne kujer nayên darizandin.

Îro danê sibehê malbata Şenyaşar hat cihê nobetê ya li ber edliyeya Rihayê û çalakiya xwe domand.

Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar axivî û got, “3 sal li ser bûyera li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qewimî re derbas bû. Di nava wê demê de têkildarê komkujiya hatî kirin dozgerên Komara Tirkiyê ti kar û bareke destûrî nedane destpêkirin. Kesên ku ev komkujî kirin li nav civakê digerin. Gefê li me dixwin. Serokkomar, Wezîrê Darazê û Wezareta Dadê xwe dispêrin 138’an, madeya destûra bingehîn û dibêjin ku ti navend û kes wê nekaribe fermanê bide dadwer û dozgeran. Niha ev 8 meh in ku em li ber Edliyeyê ne. Li nexweşxaneya dewletê 3 kes hatin qetilkirin, ambûlansên ku em pê rakirin hatine parçe parçekirin, ev sûcekî mirovahiyê ye. Niha yên ew sûc kirin di nava civakê de digerin. Ev nayê qebûlkirin.”

Şenyaşar wiha domand: “Nikare ji bo îfadê bistîne kesekê wexwîne û bipirse bê ka kê kiriye û çima we kiriye. Nikare bipirse, ji ber ku di nava vê komkujiyê de destê wekîlekî heye û ji ber ku ew wekîlê partiya desthilat e tu dozger cesaret nake. Bi temamî bi telîmatên siyasî tevdigere. Tevahî Tirkiye vê zilmê temaşe dike. Hemû cîhan vê nobeta me ya li ber edliyeyê dişopîne. Heya ku ev zilme biqede û yên ev komkujî kirin werin destgîrkirin û birayê min ê ku ew 3 û nîv sal in bi rengekî derhiqûqî di hûcreyekê takekesî de tê girtin serbest were berdan, em ê vê têkoşîna xwe bidomînin. Partiya desthilat heya ku vê wekîlê xwe biparêze wê wenda bike, dirize û mehkûmê wendakirinê ye.”
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam da: “Yên behsa 138’an, madeya destûra bingehîn dikin bila destpêkê li ber Edliyeya Rihayê temşe bikin, piştre biaxivin. Dema kiryar hevalbend bin hûn bi rengekî vekirî fermanê didin dozger… Kê li nexweşxanê ew 3 mirov kuştin? Çima! 3,5 sal in ku doz nayê vekirin.”