Malbata Şenyaşar: Desthilata AKP mehkûmî têkçûnê ye

Malbata Şenyaşar ku ji malbata wan 3 kes ji hêla AKP'yiyan ve li Rihayê hatibûn kuştin nobeta dadê didomîne. Malbatê got, ''Heta ku hûn dawî li bêdadiyê neyînin desthilata we mehkûmî têkçûnê ye.''

Ji ber sedema ku dawiya heftiyê ye û avahiya edliyê girtiye malbata Şenyaşar çalakiya nobetê ya roja 184'an li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne.

Malbatê li ser hesabê xw yê Twîtterê Wezareta Dadê ya Tirk, Wezîrê Dadê yê Tirk Abdulhamît Gul û hesabên AKP û Meclîsê etîket kir û di peyama xwe de diyar kir, heta ku dad neyê danîn desthilat mehkûmî têkçûnê ye.

Di peyamê de hate gotin,''Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî heye. Ev komkujî, çi kesê xwedî wijdan li dijî wan hemûyan hatiye kirin. Heta ku hûn vê bêdadiyê ku hemû cîhan lê dinere çareser nekin, desthilata we mehkûmî têkçûnê ye.''