Malbata Şenyaşar: Civak û wijdan ji dewletan xurttir in

Malbata Şenyaşar a ku di Nobeta Edaletê de ye got “Civak û wijdan, ji dewlet, pere û desthilatdaran xurttir in. Edaleta herî mezin wijdanê civakê ye. Gel piştgiriya me dike. Kesên li meclîsê li hemberî vê zilmê bêdeng in, wê têk biçin.”

Emîne Şenyaşar a ku di li Sirûca Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê qetil kiribûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di qetlîamê de birîndar bûbû di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Nobet di roja 373’an de didome. Dayik û kurê wê vê sibehê jî ji Sirûcê hatin Rihayê û li ser dêrencekên Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kirin. Dayik û kurê wê ji parêzer û gelên ku tên edliyeyê qala têkoşîna xwe ya edaletê dikin.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal jî ev peyam par ve kir “Civak û wijdan, ji dewlet, pere û desthilatdaran xurttir in. Edaleta herî mezin wijdanê civakê ye. Gel piştgiriya me dike. Kesên li meclîsê li hemberî vê zilmê bêdeng in, wê têk biçin.”