Malbata Şenyaşar: Êdî bes e!

Malbata Şenyaşar ku ev ji salekê zêdetir e li ber edliyaya Rihayê li dijî komkujiya AKP'yiyan nobetê digire, got, ''Êdî bes e, adaleta vê hikûmatê nîne.''

Malbata Şenyaşar di rona 379'an de nobeta xwe ya dadê didomîne.

Gelek jinên ku diçin edliyaya Rihayê serdana Yadê Emîne Şenyaşar dikin.

Yadê Şenyaşar dema ku jin serdana wê dikin derheqê çalakiya xwe dibêje, ''Kurê min girtî ye. Ez dixwazim kurê min were berdan. Kurê min rehîn girtine, bernadin. Di vê sir û seqemê de ev ji salekê zêdetir e em nobetê digirin. Bila kurê min berdin da ku em jî dawî li nobeta xwe bînin.''

Şenyaşar bi bîr xist kurekî wê girtî ye, yek li ber edliyê pê re nobetê digire û got, ''Ên din jî me spartine bin axê.''

Yadê Şenyaşar wêneyê ambûlansê ku l iber Nexweşxana Dewletê ya Pirsûsê kevir bi ser hatî barandin nîşan da û got, ''Em dixwazin adaelet bi cih were. Adaleta vê hikûmatê nîne. Bes e êdî bila kurê min berdin.''