Malbat li pêşiya girtîgehê ne: Azadî ji girtiyan re

Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê xwestin girtî azad bibin.

Nobeta Edalatê ya ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye were berdan, di roja 127’an  de didome. Malbat li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê kom bûn. Endamên MED TÛHAD-FED û TÛAY-DER’ê jî piştgirî dan malbatan.

Reşahat Ada ya ku xizmên wê jî girtîgehê de ye got “Girtiyên ku cezayê wan qediyane divê werin ebrdan. Em bang li hemû partî û saziyên siyasî dikin, bila werin piştgiriyê bidin me. Edalet ne bi tenê ji bo me, ji bo hemû kesan hewce ye. Ne şeva me maye û ne jî roja me. Emd dixwazin xizmên me werin berdan.”

Încî Guler a ku xizmên wê jî girtî ye xwest girtiyên nexweş serbest bên berdan û got “Divê berdana bi kontrol li ser girtiyên me jî were kirin. Edalet çi be, em wê edaletê dixwazin.”

Nazîme Boltan jî diyar kir ku rewşa zarokê wê yê girtî xerab e û got “Çavê wî tune, destê wî tune. Çend roj berê nameyek şand û diyar kir ku rewşa wî gelekî xerab e. Tedawiya wan nayê kirin, zilm li zarokên me tên kirin. Em vê zilmê qebûl nakin. Em edaletê dixwazin.”