Malbat ji bo Taniş û Deniz hatin cem hev

Malbat ji bo Serokê Navçeya Silopyayê ya HADEP'ê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebûbekir Deniz ku dema hatin destgîrkirin hatin nebedîkirin hatin cem hev.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Silopyaya Şirnexê, ji bo bîranîna Serokê HADEP’ê yê Navçeya Silopyayê Serdar Taniş û rêvebirê partiyê Ebubekîr Denîz ku di 25’ê Çilêya 2001’an de dema hatin destgîrkirin, nebedî bûn, di salvegera 21'an de bi daxuyaniyekî bi bîr anîn. Daxuyanî li ber avahiya HDP’ê pêk hat û malbatên Taniş û Denîz, parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hesen Ozguneş, Nuran Îmîr û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên her du siyasetmedaran hatin hildan û pankarta "Di 25'ê Çileya 2001'an de hatin destgîrkirin, hîn jî winda ne, em şopdarê rêya we ne" hat vekirin. 

Bêriya daxuyaniyê bavê Serdar Taniş, Şuayip Taniş axivî. Taniş, diyar kir ku faîl diyar in û wiha axivî: "Ev 21 sal in me hestiyên wan nedîtine. Me serî li her derê dan. Lê mixabin me tu agahî wernegirt. Ji bo ku em li faîlên Serdar û Ebubekîr bipirsin, em her sal rojek wek îro li vir kom dibin. Divê tu kes li hemberî zilmê xwe bêdeng neke û dengê xwe bilind bike. Em bang li dewletê dikin kujeran derxin holê. Ne tenê faîlen Serdar û Ebubekîr, bila hemû bûyerên kiryar nediyar û kujerên wan werin eşkerekirin. Bila kujer werin cezakirin. Daxwaziya me edelet e."
  
Pişt re li ser navê girseyê daxuyanî ji aliyê birayê Serdar Taniş û Hevserokê HDP'ê yê Silopyayê Yakup Taniş ve hat xwendin. Taniş, ji da zanîn ku heta kujer werin dîtin ew ê têkoşîna xwe bidomînin. 
  
Herî dawî parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî. Ozguneş jî bi lêv kir ku niha bi hezaran kes li pey rêça Taniş û Denîz têkoşîn didin û wiha got: " Îro bi mîlyonan Kurd cihê wan girtî ye û ala wan rakirine. Di serdema bûyerên kiryar nediyar de bi hezaran gundên me xerab û şewitandin. 17 hezar û 500 mirovên me qetil kirin. Lê îro ew kesên ku ew komkujî kirine weke mişk û maran di kunên xwe de xwe vedişêrin. Lê negihîştin armanca xwe û gelê kurd niha di parlementoyê de ye û li qadan têkoşîna azadiyê dimeşîne. Bila bizanibin ku wê gelê Kurd tu caran vê rejîmê qebûl neke."