Malbatan cenazeyê 3 gêrîlayan girtin

Cenazeyê gêrîlayên HPG û YJA Starê Bêrîvan Dogan (Binevş Zîlan), Meryem Çelebî (Arjîn Mêrdîn) û Medenî Oguz (Rêber Firat) ên 22’ê Cotmeha 2020’an de li qada Kerboranê şehîd ketîn, ji aliyê malbatên wan ve hatin girtin.

Li Geliyê Cehenimê ya navçeya Kerboranê cenazeyê gêrîlayên YJA Star û HPG’ê Bêrîvan Dogan (Binevş Zîlan), Meryem Çelebî (Arjîn Mêrdîn) û Medenî Oguz (Rêber Firat) ên ku di şerê roja 22’ê Cotmeha 2020’an de ji ber êrîşa hewayî ya artêşa dewleta Tirk a dagirker ve şehîd bûbûn, ji aliyê malbatên wan ve hatin girtin.

Piştî testa DNA ya her 3 gêrîlayan ji bo girtina cenazeyan malbatên wan di saetên sibehê de çûn Mêrdînê. Malbatan piştî saet 17.00’an cenazeyên şehîdan ji Goristana Bêkesan girtin.

Malbatên ku cenazeyê xwe girtin, berê xwe dan warê xwe. Hate diyarkirin ku wê cenazeyê Bêrîvan Dogan li navçeya Bismil a Amedê, cenazeyê Meryem Çelebî li navçeya Hezex a Şirnexê û yê Medenî Oguz jî li Êlihê bispêrin axê.