Mala wî şewitandin û gule li malbata wî reşandin

Malbata Candmîr, ku mala wan a li gundê Mollatopûz ê navçeya Qelqelî ya Wanê ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin, diyar kir ku leşkeran di dema şewitandina xanî de gule li wan reşandine.

Endamên Tîmên Taybet ên Jendermeyan (JOH) ên, bi îdîaya 'îxbar heye' pêr serê sibehê avêtin ser gundê Mollatopûz ê navçeya Qelqelî yıa Wanê û li şûna lêgerînê bikin, bombeyan deng avêtin nava xaniyekî. Payebilindekî jî bombeya destan avête nava heman xanî. Piştî teqîna bombeyan agir bi xaniyê Îsmaîl Candemîr ket û xanî bi temamî şewitî. Hubra Candemîr di dema şewatê de krîza dil derbas kir û ew rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê. Piştî bûyerê, Waliyê Tirk ê li Wanê Mûrat Zorlûoglû daxuyaniyek da û ji bo vê êrîşê got, 'qezayek munferît e'. Lê belê malbata Candemîr bi vî rengî nafikire.

Hubra Candemîr a 75 salî, hê li Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê ye. Kurê wê Salîh Candemîr (38) ku li ber nexweşxaneyê disekine, anî ziman ku leşkeran bi îxbareke bê bingeh bi 20 wesayitên zirxî avêtin ser gund. Candemîr diyar kir ku gund rojek berê hate dorpêçkirin û hatin. Îdîa kirin ku wan îxbar girtine ku li hundirê xanî 4 kes hene û ji me xwest ku em jê derkevin. Me jî ji wan re got, 'sax bikin', lê leşkeran ji me re gotin 'Nabe ku em leşker bixin rewşeke xetere' û bombe avêtin nava xanî."

BI ZANEBÛN GULE REŞANDIN

Candemîr destnîşan kir, ku bi zanebûn xaniyê wan hate şewitandin û got, "Ez li ber wan rabûm, lê gule li min reşandin. Ji tabûrên Saray, Yorganli, Qelqelî û tîmên taybet ji Wanê hatin gund. Ligel vê yekê di xanî de tiştek nedîtin û çûn. Ji aliyê madî û manewî ve zerareke mezin li me bû. Der barê vê bûyerê de divê lêpirsîn bê destpêkirin û der heqê berpirsyaran de çi pêwîst be ew bê kirin. Em dev ji vê bûyerê bernedin. Gelo îxbar li ser kîjan xanî were, wê yekser bombeyê biavêje xanî? Dayika min krîza dil derbas kir û niha di servîsa lezgîn de ye. Li hemberî gund amadekariyek emezin hebû û gelek tiştên nebaş qewimîn. Me derî û şibakeyên xanî vekir û bi vî rengî nîşanî wan dan. Lê dîsa jî wan gotin, 'heta ku em bombeyê neavêjin em naçin'."

NE PERE, EM HESAB DIXWAZIN

Candemîr diyar kir ku polîsên hatin nexweşxaneyê jê pirsîne ku wê dozê vekin na na û wî jî ji wan re gotiye, 'Belê em ê gilî bikin'. Candemîr wiha dewam kir: "Waliyê Wanê meseleyê weke mexdûriyeteke ji rêzê dibîne. Ji wan heye ku wê zerarê bide û bi vî rengî bûyerê bigire. Lê em pere naxwazin. Em dixwazin yên bûne sedema vê bûyerê werin cezakirin. Em ê heta dawiyê dev ji vê bûyerê bernedin."

DI SALÊN 90'Î DE JÎ HEDEF BÛ

Tîmên Taybet di sala 1994'an de jî avêtibûn ser gundê Mollatopûzê. Di dema serdegirtinê de leşkeran li Îlyas Candemîr ê 80 salî xistibûn, gundê tazî kiribûn û li meydana gund êşkence li wan kiribûn.