BI DÎMEN

MAK'ê li Gever û Êlihê li polîsên Tirk xist

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê û li taxa Baglar a Êlihê li dijî polîsên Tirk çalakî kirine.

Di daxuyaniya MAK'ê de hate gotin, "Milîsên me 11'ê Îlonê saet di 22:20'î de li taxa Kişla ya Geverê ji du baskan ve li polîsên dagirker xistin."

Hate ragihandin ku di encama çalakiyê de wesayita mamarok a dagirkeran ji tirsan li dîrekê ronahiyê xist, qeza kir û di encamê de 2 jê giran 4 polîsên dagirker birîndar bûn.

Têkildarî çalakiya li Êlihê jî hate gotin, "Milîsên me 11'ê Îlonê saet di 21:00 de li taxa Baglar a Êlihê ji bo bîranîna Fermandarê HPG'ê Egîd Civyan çalakî kirin. Polîsên dagirker êrîş birin ser bendên milîsên me, milîsên me jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan. Piştî şerekî demdirêj milîsên me ji qadê vekişiyan."