Parlamenterê Başûrê Kurdistanê Salar Mahmûd got, "Planên nebaş ên dewleta Tirk li dijî Kurdan hene. Naxwazin Kurd ji guhertina li Rojhilata Navîn sûdê bigirin. Siyaseta ku AKP niha dimeşîne, siyasetek li dijî gel û siberoja Kurdan e."
Parlamenterê YNK'ê yê Başûrê Kurdistanê Salar Mahmûd da xuyakirin, ku Tirkiye di nava krîzeke kûr a aboriyê de ye û wiha dewam kir: "Herî dawî bi Ewropa û dewletên herêmê re kete nava rewşeke aloz. Li hundir jî rewşeke ne ewle û şer heye. Ji ber vê yekê dixwaze pirsgirêkên xwe yên navxweyî bibe derve. Li Rojhilata Navîn dijminatiyê li Kurdan dike. Wekî din bi rengekî dijminane nêzî Rojava dibe. Hem bi gotin, hem jî bi pratîka xwe dijminatiyê li Rojava dike. Li Bakurê Kurdistanê jî gelek rayedarên siyasî yên Kurd, parlamenter xistiye zîndanê. Di rewşa heyî de bajarên Kurdan xera dike û dişewitîne."
Mahmûd da zanîn, têkiliyên Tirkiyeyê bi Başûrê Kurdistanê re tenê têkiliyên aboriyê ye û destnîşan kir, têkiliyên siyasî û ewlekariyê nebaş in.
Mahmûd bibîr xist, ku dema DAIŞ'ê êrîşî Başûrê Kurdistanê kir, berê xwe da Hewlêrê û dema alîkarî jê hat xwestin, bi alîkariya Başûrê Kurdistanê nehat. Parlamenter Mahmûd got, "Ji xwe di nava Başûrê Kurdistanê de leşkerên Tirk hebûn. Lê belê tevî ku alîkarî ji PKK û hêzên Rojava nexwest jî, ew hatin û alîkarî dan pêşmergeyan. Di parastina Başûrê Kurdistanê de şehîd bûn. Lewma li Rojhilata Navîn planên nebaş ên dewleta Tirk li dijî Kurdan hene. Naxwazin Kurd ji guhertina li Rojhilata Navîn sûdê bigirin. Siyaseta ku AKP niha dimeşîne, siyasetek li dijî gel û siberoja Kurdan e.
PYD hêzeke şoreşger azadîparêz e. Beşa mezin a Rojavayê Kurdistanê azad kiriye. Li Rojava tecrûbeyek derxistiye holê. Me li parlamentê biryar dan ku pêşmerge bi rengekî fermî ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê, ji bo alîkariyê bide PYD'ê biçe Kobanê. Tirkiye hingî dostê DAIŞ'ê bû. Belgeyên derketin holê, dostaniya navbera Tirkiye û DAIŞ'ê dexistibû holê. Welatên li qada navneteweyî yên mîna Fransa, Elmanya û Rûsya, nûnerên PYD'ê bi rengekî fermî li welatê xwe kirin mêvan. Tevî konferansên navneteweyî dibin. Daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk ên li Hewlêrê, gotinên dijminatiyê li gel û doza Kurdan dikin e.
Li dijî vê yekê ez bang li hêzên Kurdan dikim ku li hev bikin. Bang li PKK û PDK'ê dikim ku di nava xwe de li hev bikin. Divê têkiliyan asayî bikin. Ji ber ku rewşa heyî ya têkiliyên navbera hêzên Kurd, xizmetê ji dewleta Tirk re dike. Tirkiye bi vî rengî pêşî li avabûna têkiliyek navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê digire. Aboriya li Rojava, ji bo Başûrê Kurdistanê gelekî girîng e. Ne kêmî têkiliyên aboriyê yên bi Tirkiyeyê re ne. Lewma sînorê navbera her du herêman, ji bo berjewendiyên her du aliyan divê werin vekirin."
Mahmûd diyar kir, dewlet Tirk ji bo bandorê li Mûsilê bike, zextê dike ku PKK ji Şengalê derkeve û anî ziman, bi dagirkirina Şengalê re dixwaze bikeve navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê û bi vî rengî pêşî li rêveberiya Kurdan bigire.
Mahmûd got, "Ev hemû gefê li siberoja Başûrê Kurdistanê û li ya Rojava dixwe. Ji xwe li Bakurê Kurdistanê xeteriya qirkirinê heye ku bi destê dewleta Tirk tê kirin" û destnîşan kir, firotina petrolê ji bo Tirkiyeyê, bi kêrî gelê Başûrê Kurdistanê nayê.
Mahmûd da xuyakirin, firotina petrolê bi erzanî ji Tirkiyeyê re tê wateya jiyanek biha ji bo gelê Başûrê Kurdistanê û got, "Wê demê divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê bêje 'em petrolê bi erzanî difiroşin we' û bi rêya vê yekê pêşî li xerakirin û şewitandina bajarên Bakurê Kurdistanê bigire. Naxwe divê têkiliyên aborî jî bibire."