Mafên mirovan hê jî li girtîgehan tên binpêkirin

Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD Şaxê Amedê Mûhterem Suren got, "Tevî van pêkanînan, ku di asta îşkenceyê de tên kirin, hikumet ji nedîtî ve tê û hewl dide rewa bike."

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî zext, zordarî û îşkenceya li girtîgehan, di 15'ê Sibata 2017'an de li girtîgeha T2 û T3 a Şakranê greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger hatibû destpêkirin û li hemû girtîgehên li Tirkiyeyê belav bû bû. Lê belê piştî bidawîbûna grevê jî kiryarên xerab ên li girtîgehan dewam kirin.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD Şaxê Amedê Mûhterem Suren  da xuyakirin, li girtîgehan bi ragihandina Rewşa Awarte re binpêkirina mafên mirovan gihîşte asta herî bilind û got, "Bi biryarnameyên Rewşa Awarte re, tevî astengkirina hevdîtina girtiyan bi parêzer û malbatan re, mafên bingehîn û însanî jî hatin astnegkirin. Cezayên dîsîplînê hatin zêdekirin û ya herî girîng jî pêşî li tedawiya girtiyên nexweş hate girtin. Tevî van pêkanînên ku di asta îşkenceyê de tên kirin, hikumet binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan ji nedîtî ve tê û hewl dide rewa bike. Her wiha guh nade bangên rêxistinên civakî yên sivîl ên mîna me. Ji ber ku bersiv ji bang û hişyariyan re nehate dayîn, girtiyan li dest bi greva birçîbûnê kirin. Grevên birçîbûnê zêdeyî du mehan dewam kirin û yek ji sê daxwazên girtiyan, qedandina zexta li girtîgehan bû. Li ser banga KCK'ê, grevên birçîbûnê qediyan. Lê belê girtiyan bi rêya çalakiya xwe ev hişyariya ku nabe ji nedîtî ve bê, dan: 'Eger zext û binpêkirina mafên mirovan dewam bikin, em ê çalakiyên hin tund lidar bixin'. Dema ku mirov li pêvajoya bihurî dinerin, dibînin ku bi zêdebûna zextan re çalakiyên girtiyan jî tund dibin. Ev rewş car carna rê li ber mirinê vedike. Ji ber vê yekê divê daxwazên girtiyan bên dîtin."

LI TIRKIYEYÊ SÎSTEM OTORÎTER DIBE Û XWE LI DERVE DIGIRE!

Suren diyar kir, tevî bangên saziyên navneteweyî jî di mijara binpêkirina mafên mirovan ên girtîgehan de ti guhertin nehatiye kirin û wiha dewam kir: "Bi taybetî piştî ragihandina Rewşa Awarte, ji qada navneteweyî rexneyên gelekî tund li Tirkiyeyê hatin kirin. Dibe ku bi spesîfîk têkildarî girtîgehan bangek nehate kirin, lê belê ji aliyê giştî ve hat destnîşankirin, ku sîstema li Tirkiyeyê hê otorîter dibe, ji pîvanên demokrasiyê û Ewropayê dûrd ikeve. Lê belê di rewşa heyî de yek ji pirsgirêkên giran ew e ku hikumeta Tirkiye guhê xwe rexneyên li derve digire. Hikumet bi ya xwe dike û ev yek jî xetere ye. Dibe sedem ku hê otorîter bibe û xwe ji derve bigire. Bi dîtina me divê ev nêzîkatî tavilê bê terikandin. Di vê xusûsê de em bang li hikumetê dikin."