Mafên ku sala 2018'an li Kurdistanê hatine binpêkirin
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li ser binpêkirina mafên mirovan ên sala 2018'an li Kurdistanê raporek amade kir û jir aya giştî re eşkere kir.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li ser binpêkirina mafên mirovan ên sala 2018'an li Kurdistanê raporek amade kir û jir aya giştî re eşkere kir.
Rapor ji aliyê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê ve hate eşkerekirin. Di raporê de işaret bi operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê hate kirin. Her wiha hate ragihandin ku ji ber êrîşên hêzên dewletê gelek sivîl mirine û hate gotin, "Ji bo şert û mercên danûstandinên bên afirandin, divê biryar li ser bêçalakîtiyê bê dayin."
ÎHD'ê diyar kir, 1154 girtiyên nexweş ku rewşa 402 ji wan giran e di nava lepên mirinê de hatine hiştin.
TECRÎD Û GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ
ÎHD'ê bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ragihand, astengkirina hevdîtina Ocalan û 3 girtiyên siyasî yên li heman girtîgehê ne bi malbat û parêzerên xwe re, binpêkirina mafên mirovan e.
Di raporê de hate ragihandin, ev rewş rê li ber rîskên cidî vedike û hate gotin, di ser de Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven zêdeyî 280 girtiyên siyasî li dijî polîtîkayên tecrîdê ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku rewşa gelek ji wan li asta krîtîk e.
ÎHD'ê diyar kir, di dema rakirin û veşartina cenazeyên gerîla de jî mafên mirovan hatine binpêkirin.
BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ
Li gorî raporê, çend ji mafên mirovan ên sala 2018'an li Kurdistanê hatine binpêkirin:
4 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin, 4 kes jî birîndar bûn.
5 kes ji aliyê cerdevanan ve hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.
Girtiyekî nexweş li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, girtiyek bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da, 2 girtî jî birîndar bûn.
Ji ber êrîşên kiryar nediyar 2 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn.
Ji ber xemsarî û kêmasiya fermî 11 kes mirin, 106 kes jî birîndar bûn.
7 leşker û polîs bi îdîaya 'xwe kuştine' bi rengekî gumanbar mirin.
Rêveberekî partiyeke siyasî û doktorek di encama êrîşê de mirin. Mamosteyek, rêveberekî xwecihî, 2 parêzer û 5 doktor ji ber êrîşan birîndar bûn.
Welatiyekî sivîl ê di navbera şer de ma jiyana xwe ji dest da, 3 sivîl jî birîndar bûn.
2 zarok ji ber teqîna mayin û bombeyên li naverastê mirin, 2 jê zarok 6 kes jî birîndar bûn.
2 zarok, jinek û mêrek ji aliyê kesên nediyar ve bi gumanbarî hatin kuştin.
BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN DI DEMA ŞER DE
Navendên 6 bajaran û bi sedan herêmên li 16 navçeyên wan 46 caran herêma ewlekariya taybet hate ragihandin. Li 5 bajar, 16 navçe, 565 gund û tax, 657 gundiyên van navçeyan 16 caran derketina derve hate qedexekirin.
Di operasyonên leşkerî û şer de 5 caran daristan hatin şewitandin.
Cenazeyên herî kêm 3 milîtanên rêxistinê radestî malbatê nehatin kirin.
Di dema veşartina cenazeyên milîtanên rêxistinê de herî kêm 5 caran gor/goristan hatin xerakirin.
BINPÊKIRINA MAFÊN JINAN
11 jinan xwe kuştin, 4 jinan jî hewl dan xwe bikujin.
47 jin di encama şîdeta nava malbatê de hatin kuştin, 30 jî birîndar bûn. 3 jin bûn hedefa êrîşa zayendî.
11 jin ji ber êrîşa li qada civakî hatin kuştin, 9 jin jî birîndar bûn. 12 jin bûn hedefa êrîşa zayendî, 2 jin hatin revandin. Zext li 8 jinan hate kirin ku fûhûşê bikin.
BINPÊKIRINA MAFÊN ZAROKAN
3 zarokan xwe kuştin, 4 zarokan hewl dan xwe bikujin.
3 zarok ji ber şîdeta nava malbatên hatin kuştin, 7 zarok birîndar bûn. 10 zarok bûn hedefa îstîsmara zayendî.
4 zarok li qada civakî ji ber şîdetê mirin, 6 zarok jî birîndar bûn. 82 zarok hatin îstîsmarkirin, 4 zarok hatin revandin.
ÊŞKENCE
Herî kêm 17 kes di dema destgîrkirinê de hatin êşkencekirin.
83 kes li derveyî deverên destgîrkirinê (kolan-serdegirtina malan) hatin êşkencekirin.
Êşkence û kiryarên xerab li 211 girtiyan hate kirin.
Hêzên ewlekariyê sîxurî li 20 kesan ferz kirin, gef li 8 kesan xwarin.
9 kes di dema xwepêşandanên civakî de, ji ber destwerdanê ya jî lêdanê birîndar bûn.
BINPÊKIRINA MAFÊ EWLEKARÎ Û AZADIYA ŞEXSÎ
2 hezar 837 kes hatin destgîrkirin ku 54 ji wan zarok in.
496 kes hatin girtin, 5 jê zarok in.
Serdegirtin li 2 hezar 368 malan hate kirin.
BINPÊKIRINA MAFÊN AZADIYA FIKIR Û RÊXISTINBÛNÊ
Festîvalek ku her sal tê lidarxistin (Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê) hate qedexekirin.
Der barê 3 hejmarên rojnameyekê û 12 pirtûkan de biryara hevdanê hate dayin.
Serdegirtin li weşanxaneyekê, ajanseke nûçeyan û buroya rojnameyekê (2 caran) hate kirin.
Ji ber azadiya fikir û raman, 77 kes ketin ber lêpirsînê, li 91 kesî doz hate vekirin.
Siyasetmedar, rojnamevan û kedkarên cemaweriyê jî di nav de ceza li 684 kesan hate birîn.
BINPÊKIRINA LI GIRTÎGEHAN
165 girtî bêyî hincet bê nîşandan hatin sirgûnkirin.
Mafê tenduristiyê yê 183 girtiyan hate binpêkirin.
Hevdîtina 118 girtiyan a bi malbatan re hate astengkirin.
Herî kêm 25 girtî hatin tecrîdkirin.
Herî kêm 40 girtî ketin ber lêpirsînê.
Mafê agahîgirtinê yê 22 girtiyan hate astengkirin.
BINPÊKIRINA MAFÊN SIYASÎ Û ABORÎ
Ji ber qezayên ji ber şert û mercên ne ewle yên kar, 20 karker mirin, 12 jî birîndar bûn.
1344 karker ji kar hatin derxistin.
Mûçeyê 200 karkeran nehate dayin.
Qeyûm li şaredariyekê hate tayinkirin, 259 keyayên tax/gundan ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hatin girtin."