Ligel biryara dadgehê Geliyê Dîcleyê ji avadanê re hate vekirin

Tevî ku Dadgeha Îdareyê ya Herêmê biryar da ku Geliyê Dîcleyê nebe qada avadaniyê, ji bo pêşî li vê yekê were girtin, li Geliyê Dîcleyê ku li kêleka Pira Deh Derî ye, dest bi çêkirina mizgeftê hate kirin.

Tevî biryara dadgehê jî, Midûriyeta Bajêr a ser bi Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, di bin navê 'Beşa pêkanînê ya 1. a Qada Çandina Daran û Qada Rekreasyonê ya Geliyê Dîcleyê' de roja 28'ê Kanûna 2016'an, li qada ji 31,85 hektarî ya li Geliyê Pîranê plana avadaniyê guherand. Bi erêkirina Şaredariya Sûrê re, ku bi rêya qeyûm hatiye desteserkirin, li herêmê avadaniyê dest pê kir. Di vê çarçoveyê de, ewilî li çep û rastê Pira Deh Derî avahî hatin çêkirin. Di vî karê înşaetê de ku bi rêya TOKÎ hate destpêkirin, ewilî mizgeft hate çêkirin.

'MIZGEFTEKE BIÇÛK, ÇEND BUFE...'

Bîlal Ozkan, ku weke qeyûm li Şaredariya Sûrê hatiye bicihkirin, çend roj berê qada înşaetê ziyaret kir û got, 'Projeya Peyzaj û Dîzayna Bajarvaniyê li Qada Reaksiyonê ya li Girê Çilan a Geliyê Dîcleyê ketiye meriyetê'.

Ozkan diyar kir, ya ku niha tê kirin beşa yekemîn a Projeya Geliyê Dîcleyê ye û got, "Di projeyê de weke tesîsa civakî; tenê mizgefteke biçûk, rêya bisikletan, qadeke ku welatî karibin wesayîtên xwe lê park bikin û bimeşin, kafeterya, ji bo qadên sporê yên ciwanan odeyên guhertina kincan, çend bufeyên biçûk hene. Cihên mayî jî weke qada şînkahî ya herêmê, cihê meşê û qada rekreasyonê ku welatiyên me karibin di dawiya hefteyê de tevî malbata xwe lê bin. Avahiyên li herêmê wê ji qatekî pêk werin. Cihê avahî lê were çêkirin, bi giştî wê dekarek be."