Li Zaxoyê di dema derbasbûna konvoya MÎT'ê teqînê rû da -NÛ BÛ

Li Zaxoyê, di dema derbasbûna konvoyeke leşkerî ya artêşa Tirk de teqînekê rû da.

Li bajarê Zaxo yê ser bi wîlayeta Duhokê ya Başûrê Kurdistanê, di dema derbasbûna konvoya îstîxbarat û artêşa Tirk de teqînekê rû da.

Dema konvoya servîsa îstîxbaratê û leşkerên Tirk li herêma Batûfayê derbas bû, hat ragihandin ku teqemeniya li kêleka rê hatibû bicihkirin teqiya ye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, êrîş li wesayiteke sivîl a ku endamên MÎT'ê tê de bûn, hatiye kirin. Piştî teqînê, mirî û birîndarên endamên MÎT'ê rakirin nexweşxaneyên li herêmê.

Têkildarî hejmara mirî û birîndaran agahiyeke zelal bi dest neket. Hat ragihandin, herêma teqîn lê rû da, li çapemeniyê hatiye girtin û destûr nayê dayin ku kes nêzî herêmê bibe.

Ji rêveberiya nehiya Batûfa Mihemed Hesen jî teqîn piştrast kir. Hesen got, polîsê nehiyeyê dest bi lêkolînê kiriye.

Qenala televîzyonê NRT a li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, (lînka nûçeyê http://www.nrttv.com/Details.aspx?Jimare=80915 ) dîmen û wêneyên herêma teqînê weşand.

Di dîmen de tê dîtin, ji ber teqînê wesayitek rûxiya ye û li ser leşkerên Tirk ên birîndar ku rakirin nexweşxaneyê unîformayên leşkerên Tirk hene.

Li herêmên Zaxo, Duhok û Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê, zêdeyî 18 kampên leşkerî yên artêşa Tirk hene.

(Ji bo agahiyên berfireh ên li ser kampên îstîxbaratê û leşkerî yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê:https://anfkurdi.com/kurdistan/xiyaneta-li-derveyi-sinor-81714 )