Li Zapê 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Hêzên gerîla li Zapê çalakî kirin û di encamê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Di çalakiyan de yên bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger hatin lidarxistin, 2 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê 16 caran bi çekên kîmyewî, 8 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombardûman kir. Di heman demê de 5 caran bi balafirên şer bombe li qadên gerîla barand."

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

19'ê Çileyê saet di 20:00 de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger dest li helîkopterên êrîşê werdan ku hewl dan bombeyan li derdora qada Çemço û gundê Sîdayê bibarînin. Di encama destwerdana hêzên me de helîkopter neçar man ji qadê biçin.

20'ê Çileyê saet di 01:30'î de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkerên nêzî qada Çemçoyê xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

20'ê Çileyê saet di 05:20'î de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkerên nêzî qad Çemçoyê xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

19'ê Çileyê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

19'ê Çileyê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî Qada Çemço û Gundê Sîdayê, ji serê sibehê heta nîvê şevê 16 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

19'ê Çileyê qadên Sinînê û Goşînê yên Xakurkê 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

19'ê Çileyê Qada Berxwedanê ya Kurojahro 8 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

19'ê Çileyê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemço yên ser bi nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."