Li Xurmatû ji Heşdî Şabî hewldanên bi talûke!
Li navçeya Xurmatû a girêdayî wîlayeta Selahadinê hêzên Heşdî Şabî, piştî şerê demkî yê bi hêzên pêşmergeyan re avahiya YNK’ê û depoyên genim dorpêç kirin.
Li navçeya Xurmatû a girêdayî wîlayeta Selahadinê hêzên Heşdî Şabî, piştî şerê demkî yê bi hêzên pêşmergeyan re avahiya YNK’ê û depoyên genim dorpêç kirin.
Aloziya di navbera artêşa Iraqê, Heşdî Şabî û hêzên pêşmerge yên li Kerkûk û derdora wê de, şevê din li Xurmatû veguherî şerekî demkî. Piştî şer nîvê şevê hêzên Heşdî Şabî vê carê avahiya YNK’ê ya li ser rêya Bexda û depoyên genim yên ku di destê pêşmerge de û xwedî cihekî staratejîk dorpêç kirin.
Hat diyakirin ku di navbera hêzên Haşdî Şabî û pêşmergeyan de li avahiya YNK’ê û depoyên genim yên ku hatine dorpêç kirin dem deman gule tê barandin. Li ser gule avêtina Haşdî Şabî hêzên pêşmerge jî bersiv didin.
Şevê din li taca Hey Cemîle a Xûrmatû li bendekî ya polîsan ji aliyê hêzên Heşdî Şabî ve bombeyek hatibû avêtin û piştre şerekî 2 seatan derket.
Têkildarî encamên şerê di navbera hêzên Heşdî Şabî û hêzên pêşmerge de agahiyek zelal ne hate bidestxistin.