Li Xorasanê otobusê qeza kir: 3 mirî, 21 birîndar

Li navçeya Xorasan a Erzîromê otobuseke rêwiyan wergeriya şarampolê. Di encamê de 3 kes mirin, 21 kes jî birîndar bûn.

Li taxa Haydarli ya navçeya Xorasan a Erzîromê qezayekê rû da.

Otobuseke rêwiyan wergeriya şarampolê û di encamê de 3 kes mirin, 21 kes jî birîndar bûn.

Tûran Çagriboga li cihê bûyerê, Nezahat Bayram û Nejlem Veliyeva jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê jiyana xwe ji dest dan.