Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Xarpêt û Amedê 15 kes hatin girtin

Li Xerpêt û Amedê dibîn navê operasyonên qirkirina siyasî de, 15 kes hatin girtîn.

Operasyona qirkirina siyasî ya dijî gelê Kurd ku ji aliyê çeteyên Qesr/AKP'ê ve tê kirin di dome. Li Xerpetê 14 û li Amedê jî kesek hat girtin.

XARPÊT

Li Xerpêtê di 6'ê Çileyê de polîsan bi fermana dozgeriya Komarê bi ser gelek malan de girt û Hevserokê HDP'ê yê Xerpêtê jî di navde 18 kes hatin binçavkirin. 18 kes piştî 17 rojan sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 18 kesên sewqî Dadgeha Sulh Ceza hatin kirin jê 14 kes hatin girtin û 4 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
Navê kesên hatin girtin wiha ne: Hevseroka HDP'ê ya Xerpêtê Ayfer Yîlmaz, Reveberê HDP'ê Nîhat Akdemir, Hevserokê DBP'ê yê berê yê Xerpêtê Tûran Çelîk, Rêveberê HDP'ê Osman Gorguluer, Rêveberê HDP'ê yê Karakoçan/Sarıçanê Yusuf Koç, Bilal Yergîn, Fahrettin Bîngol, Gulbahar Arslan, Hasan Doner, M. Fatih Ormangoren, Yaşar Mersin, Necmettin Ersoz, Tekin Karadogan û Ayhan Dogan hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsînê de hat diyar kirin ku derbarê kesek din de jî biryara girtinê hatiye dayîn. 

AMED

Li Amed, Riha û Antalyayê 30’ê Kanûnê di serdegirtina malan de endamê MYK’ê yê DBP’ê Salîh Akdogan, endamê Meclîsa Partiya HDP’ê Bayram Altûn, endamê PM’ê yê DBP’ê yê berê Ercan Akyol, siyasetmedar Mazhar Ozturk û rojnameger Hasan Alma, hatibûn binçavkirin û duh ji dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgeha Cezayê Sûlhê yê Nobedar îfadeya wan girt û siyasetmedar Mazhar Ozturk bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin û 4 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Ji bo kesên hatî berdan, jî derketina derveyî welat lê haton qedexekirin.