Li Xakurkê Newroz bi coş hate pîrozkirin

Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê li Xakurkê ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ve Newroza 2022'an bi coşeke mezin pîroz kirin.

Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê Newroza sala 2022'an pîroz dikin.

Li Xakurkê pîrozbahiya Newrozê bi merasîmeke leşkerî dest pê kir. Gerîlayan agir vêxistin û li dora êgir govend gerandin.

Gerîlayan Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya gelê Kurd pîroz kirin û derheqê girîngiya Newrozê nirxandinên girîng kirin.

Gerîlayan diyar kirin ku ew li bara êrişên dewleta Tirk hazir in û gotin, ''Ji Xakurkê heta bi eyaletê Zapê em Newroza hemû hevrêyên xwe pîroz dikin. Em gerîlayen YJA Starê û HPG'ê, me xwe kar kiriye ku di her şertên zor de jî karibin têbikoşin. Ev Newroz wê azadiya fizîkî ya Serok Apo û berxwedêrên zindanan bîne.''