Li wargeha Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 9’an didome

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê çalakiya nobetê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi dewrgirtina koma 9’emîn didome.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi merasîmekê koma 8’emîn çalakî dewrî koma 9’emîn kir.

Merasîme dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 8’emîn Rojnemevan Bêrîvan Tunç axivî.

Bêrîvan Tunç di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Wek tê zanîn ev 30 meh in me tu agahî ji Rêbertiya xwe negirtiye û her ku diçe fikarên me yên di derbarî rewşa tenduristiya Rêbertiya me de girantir dibin. Ji bo şikandina vê tecrîda girankirî, gelek çalakî li welat û derveyî welat tên lidarxistin. Em hemû çalakiyên ku bi aramaca şikandina tecrîdê tên lidarxistin sîlav dikin. Heta em azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe mîsoger nekin, em ê di nava çalakiyan de bin.”

Herî dawî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.