Li Wanê terora polîsan: 400 binçavkirin, êşkence û girtin
Li Wanê di çalakiyên li dijî darbeya qeyûm de nêzî 400 kes hatin binçavkirin ku 55 zarok di nav de bûn.
Li Wanê di çalakiyên li dijî darbeya qeyûm de nêzî 400 kes hatin binçavkirin ku 55 zarok di nav de bûn.
Di çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de 55 jê zarok nêzî 400 kes hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên ji parastvanên mafan û rêxistinên hiqûqê hatine bidestxistin; pêvajoya hiqûqî ya 350 kesan di bin kontrola parêzeran de didome û 24 kes hatine girtin. Nêzî 50 kes jî piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan. Hat diyarkirin ku ji 55 zarokên hatin binçavkirin 16 jê û 90 welatiyên din di dema binçavkirinê de rû bi rûyê êşkenceyê man. Hat zanîn ku ser, dest û milên welatiyan hatine şikandin û şopên derbkirineke giran li ser bedena welatiyan hene. Hat zanîn ku 2 welatiyên hatin berdan, ji ber êşkenceyê êdî baş nabînin.
ZAROK RÛ BI RÛYÊ ÊŞKENCEYÊ MAN
Hat diyarkirin ku ji binçavkiriyan 55 jê zarok in û li 16 zarokan di dema binçavkirinê de êşkenceyên giran hatine kirin. Hat zanîn ku hestiyên gelek zarokan ên ser û milên wan hatine şikandin û şopên giran ên êşkenceyê li ser bedena wan in. Bi taybet jî ji ber kelemçeya plastîk destên gelek zarokan reş û şîn bûne. Heta niha ji zarokên sewqî edliyeyê hatin kirin 2 jê hatine girtin.
ZÊDEYÎ 400 BINÇAVKIRÎ
Hejmara binçavkiriyan her ku diçe zêdetir dibe û bi taybet jî bi dehan kesên di roja ewil de hatin binçavkirin bêyî parêzerên wan îfadeyên wan hatin girtin û piştre hatin berdan lewma hejmara biçavkiriyan baş nehatiye zelalkirin. Hat gotin ku hejmara binçavkiriyan 400 kes derbas kiriye. Li gorî agahiyan; gelek kesên di dema protestoyan de birîndar bûn bi tirsa ku bên binçavkirin neçûne nexweşxaneyê. Gelek kesan ji ber tundî û êşkenceya lê hatiye kirin, serî li Maseya Krîzê ya ji hêla Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Baroya Wanê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hatiye avakirin, dan. Piraniya kesên serlêdan kirine, rû bi rûyê êşkenceya giran man û gotin ku dema birin nexweşxaneyê rapora derbkirinê nedane wan.
Hat ragihandin ku Maseya Krîzê dê di demekî kin de rapora xwe ya binpêkirina mafan eşkere bike û bi taybet jî der heqê mudaxileya dîmenên wan hatin parvekirin de serlêdana sûc bike.
Li hêla din, ji binçavkiriyan 30 jê sewqî edliyeyê hatin kirin.