Li Wanê rewşa awarte didome: 4 sal in çalakî qedexe ne

Dema qedexeya çalakiyan a li Wanê, ku beriya 2 hezar û 35 rojan ji aliyê walîtiyê ve hate ragihandin, careke din hate dirêjkirin. Ji ber qedexeyê, zêdeyî 4 sal in li bajêr çalakiyeke bi tenê ya hunerê jî nikare bê lidarxistin.

Hikumeta AKP'ê ku şerê desthilatdariyê yê 15'ê Tîrmeha 2016'an ji xwe re kir firsend, Rewşa Awarte ragihand. Di dema rewşa awarte de 120 hezar kes ji kar hatin derxistin, bi sedan televîzyon, radyo û rojname hatin girtin. Pêvajoya rewşa awarte ku zêdeyî 10 hezar kes hatin girtin, di 20'ê Tîrmeha 2018'an de bi dawî bû. Bi rengekî fermî hate ragihandin ku rewşa awarte bi dawî bûye, lê belê li Wanê hîn jî dewam dike. Li Wanê 15 rojan carekê dema qedexeyê ya çalakî û xwepêşandanan tê dirêjkirin.

Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez, ji bo pirsên têkildarî vê mijarê li pişt deriyan dibêje, "Mijareke ku di ser erka me re ye". Lê belê nabêje ku "tişta di ser erka wan re ye çi ye." Wan bajarekî welê ye ku salane bi deh hezaran tûrîst serdana wê dike, lê belê 4 sal in ne festîvalek ne jî konsereke dikare bê lidarxistin. Festîvala pirtûkan ku berê her sal timî dihate lidarxistin nikare pêk were.

Hiqûqnas Sevda Aydin ji ANF'ê re li ser asta qedexeya çalakiyan axivî û bi bîr xist ku ji 15'ê Tîrmeha 2016'an ve li Wanê sê walî hatine guhertin, lê belê qedexe hîn jî dewam dike.

Sevda Aydin got, "Rewşa awarte bi tena serê xwe bêhiqûqî ye. Gotinek heye ku dibêje 'fêkiyê dara bi jehr nayê xwarin'. Mirov dikarin hiqûqa rewşa awarte jî bişibînin vê dara bi jehr."

Sevda Aydin bi bîr xist ku li gorî destûra bingehîn meş û xwepêşandanên aştiyane mafê her mirovî ye ku ev maf bi Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê jî hatiye misogerkirin.

'QEDEXE LI DIJÎ HDP'Ê YE'

Sevda Aydin got, "Waliyê wanê ji sala 2016'an ve şert û mercên tund û awarte li ser şêniyên vî bajarî ferz dike. Gelo walî bêyî van şert û mercan nikare bajêr bi rê ve bibe?"

Bi dewamî anî ziman ku ev qedexe ji bo pêşîgirtina li çalakiyên HDP'ê ye û got, "Walîtiya Wanê di hinceta xwe ya qedexeyê de timî metirsiyeke ku tune ye tîne ziman. Gelo ev metirsî çi ye ku 4 sal in naqede."

'ENCAMEKE DEWLETBÛNA QANÛNÊ YE'

Hiqûqnas Cahît Ertan jî diyar kir ku ji bo vê qedexeyê hin qanûn weke hincet bê nîşandan jî ew qanûn ji aliyê hiqûqî ve bi pirsgirêk in.

Cahît Ertan got, di navbera dewleta hiqûqê û dewleta qanûnê de cudahî heye û destnîşan kir, ku hincetên ji bo qedexeyê tên nîşandan hiqûqî nîne.

Cahît Ertan ragihand ku Baroya Wanê li dijî van kiryarên walîtiya Wanê gelek caran doz vekiriye lê belê hîn encamek ji van dozan derneketiye.