Li Wanê Rewşa Awarte didome

M. Emîn Bîlmez ku Çile bûyî Waliyê Wanê û polîtîkayên xwe yên serdema rêveberiya jidiyayî balê dikişîne ser xwe, li bajêr hê Rewşa Awarte didomîne.

Rewşa Awarte ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ji bo ku desthilata xwe bidomîne 2016'an ragihandî, bi fermî rabû lê bi fiilî didome. Li Wanê ku li Kurdistanê yek ji wan bajaran e ku demokrasî û hiqûq ji mêj ve hatiye rakirin, meha Çile M. Emîn Bîlmez bû Waliyê Wanê. Çawa ku hate ser kar rêberiya jidandî domand. Bîlmez li dijî daxuyaniya çapemeniyê ya HDP'yiyên astengiyan derdixîne her wiha hemû xebatên Rêxistinên Civaka Sivîl qedexe kir.

DEDE: WALÎ YAN DIVÊ ÎSTÎFA BIKE AN JÎ JI SER KAR WERE STANDIN

Serokê HDP'ê yê Wanê Umîd Dede bal kişande ser polîtîkayên Rewşa Awarte û got, ''Mafê me yên propagandayê ku ji hêla yasayan ve têne parastin hatine qedexekirin. Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez hemû çalakî û bernameyan qedexe dike. Li Wanê Rewşa Awarte didome. Li Wanê hemû saziyên demokratîk ji bo ku tecrîd bişike, ji bo ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bi cih werin çalakiyên demokratîk dikin. Em li vir dîsa dibêjin, helwesta Waliyê Wanê nayê qebûlkirin.''

Dede got malbatên girtiyan, saziyên demokratîk, rêxistinên kedê dixwazin  tecrîd bişike, mafê kombûnê, azadiya ramanê ji hêla yasayan ve hatine mîsogerkirin û diyar kir Waliyê Wanê nikare bajêr rê ve bibe.

Dede diyr kir Walî bi qedexeyan wiha kiriye ku mirov nema dikarin li bajêr bijîn, ev ne rewşa rêvebirin lê rêvenebirinê ye û diyar kir heke Walî wiha ne zîrek be ku bajêr rê ve bibe an jî ev wêrekî pê re nebe û nikaribe bajêr li gorî peymanên destûrî û navnetewî rê ve bibe an divê dev ji kar biqere an jî divê were guhartin. Dede her wiha got civak tengijiye û dixwaze derdê xwe bibêje, ew  li bajarê xwe kaosê naxwazin û bi teqezî divê êrîş nebin ser mafê xwepêşandanê.

ORHAN: DAYIK WIJDANÊ VÎ WELATÎ NE

Wekîla Wanê Muazzez Orhan jî got 15'ê Tîrmehê hewldana darbeyê kirine hincet û ji bo ku siltaniya xwe bidomînin zexteke giran li ser civakê tê kirin û got, ''Li ser tevahiya welêt tecrîd tê danîn. Civak ji rewşaheyî bêhteng e û naxwazin ku ev der bibe.''

Orhan bi bîr xist ku nehiştine ku dayikên ku dixwazin bibin dengê zarokên xwe yên ku roj bi roj dihelin, daxuynaiyê bidin û got, ''Dayik wijdanê vî welatî ne. Dengê dayikan dikare civakê ji tariyê şiyar bike. Grevên birçîbûnê yên ku bi mehan e diome, rojiyên mirinê hemû binpêkirina mafan derxiste holê. Dayik jî bûne dengê zarokên xwe ku ev rewş derxistine holê. Guhdarkirina li vî dengî, guhdarîkirina li dayikan jiyaneke ronak tîne. Aştiya civakî tîne.''