Li Wanê qeza: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Payîzavaya Wanê kamyonek û mînîbusek li hev ketin û 8 kesan li vê derê jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Li Payîzavaya Wanê kamyonek û mînîbusek li hev ketin û 8 kesan li vê derê jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Payîzavayê ya Wanê di kîlometreya 70’emîn a rêya Wan-Elbakê destê sibehê qezayek çêbû. Kamyon û mînîbusek li hev ketin û 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar û cenazeyê kesên jiyana xwe ji dest dane, rakirin nexweşxaneyê.