Li Wanê polîsan êrîşî çalakiya li dijî tecrîdê kir
Polîsan li Wanê êrîşî çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê kir û 4 kes destgîr kirin.
Polîsan li Wanê êrîşî çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê kir û 4 kes destgîr kirin.
Li Wanê Dayikên Aştiyê bi armanca balê bikêşin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîda Îmralî li parka bajêr çalakiya rûniştinê li dar xist. Polîsan êrîşî çalakiyê kir û Hevserokê DBP’ê ya Bajêr Okkeş Kawa jî di nav de 4 kes destgîr kirin.
Kesên hatine destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.