Li Wanê Nobeta Wijdan û Edaletê dest pê kir

Nobeta Wijdan û Dadmendiyê ya HDP’ê ya li Wanê dest pê kir. Tê payin ku Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr axaftina civîna komê bike.

Piştî Stenbolê û Amedê, Nobeta Wijdan û Edaletê îro li Wanê dest pê kir. Beriya destpêkirina nobedê, polîsên Tirk dor li bajêr girtin. Polîsan dora avahiya HDP’ê ya  bajêr jî bi panzêr û TOMA'yan pêça. Polîsên Tirk êrîş bi ser welatiyan de birin û nehiştin ku nêzî qadê bibin.

Li gel hemû astengiyan jî HDP’yî ji avahiya bajêr heta bi parkê meşiyan, ji bendan derbas bûn û xwe gihandin qada çalakiyê. Li parkê û derdorê wê rageşî didome. Polîs nahêlin ku nûçegihan bikevine qadê.

AKP DITIRSE

Nobeta Wijdan û Edaletê ku li Amedê dest pê kir tirs kire dilê AKP’ê. Li Amed û Stenbolê kesên ku dixwestin tevlî nobetê bibin hatin binçavkirin. Yên ku tevlê bûn jî zexta fizîkî li wan hate kirin. Piştî nobeta Stenbolê polîsan gaza îsotê avête parlamenterên HDP'yî. Hikumet naxwaze ku gel û HDP bigihijin hev.