Li Wanê nerazîbûna li dijî doza girtina HDP'ê

Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê, nerazîbûn nîşanî doza girtina HDP'ê dan.

Serokê Çev-Der'ê Alî Kalçik, Serokê Odeya Tabîban a Wan Colemêrgê Huseyîn Yavîç û Hevseroka Navenda Lêkolînên Koçê ya Wanê Hanîfe Guzel têkildarî doza girtina HDP'ê ji ANF'ê re axivîn.

Alî Kalçik anî ziman ku partiyên siyasî nebe demokrasî jî nabe û got, "Hewldana girtina partiyekê ku 6 milyon deng wergirtiye, pêwendiya xwe bi ti exlaq û wijdanê re nîne. Nêrînên partiyeke siyasî neyê ecibandin jî ev yek li gorî demokrasiyê ye. Ya ku niha tê kirin faşîzm e, em vê rast nabîne. Ev yek êrişa li dijî îradeya Kurdan e, înkarkirina Kurdan e."

Hanîfe Guzel bib îr xist ku HDP'ê dengê 6 milyon kesî wergirt, ev yek jî tê wateya nêzî 20 milyon kesî û got, "Nepêkane ku doza girtinê bê qebûlkirin. Divê ti hilbijêrê AKP, MHP û CHP'ê jî qebûl neke. Ji aliyê demokrasî û aştiyê ve em bi fikar in û bang li hikumetê dikin ku dest ji vê helwestê berde."

Huseyîn Yavîç jî got, "Li dijî girtina HDP'ê divê sazî hemû bi hev re bixebitin. Berê jî partî hatin girtin. Encama ku ji vê yekê derkete holê eşkere ye. Îradeya gel heye, partiyeke siyasî heye ku dengê bi milyonan mirovî standiye."