Li Wanê nerazîbûn nîşanî êşkenceya li ser Çetîn hate nîşandan

Li Wanê nerazîbûn nîşanî eşkenceya li ser Endama Desteya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk û TJA’yê Rojbîn Çetîn hate nîşandan.

Nerazîbûnên li dijî êşkenceya li ser Endama Desteya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk û TJA’yê Rojbîn Çetîn didome. Siyasetmedar, hiqûqnas û nûnerên rêxistina civaka sivîl ên li herêmê nerazîbûneke tund nîşanî êşkenceya li ser Çetîn dan.

Hevşaredarê Artemêtê Medenî Ozer diyar kir ku desthilatdar zextê li ser çand, nasname, hebûn û nirxên gelê Kurd dike û êşkenceya li ser Çetîn jî di vê çarçoveyê de ye.  Ozer got ku, “Desthilatdarî bi zilma li ser Kurdan, li ser pêyan in. Êşkenceya li ser jinên Kurd encama polîtîkaya sîstematîk e. Ez êşkenceya li ser Çetîn şermezar dikim.”

Parlementerê HDP’ê yê Îdirê Habîb Eksîk jî diyar kir ku li pêş çavê dinyayê êşkence li Rojbîn Çetîn hatiye kirin û got, “Li Tirkiyeyê êdî hiqûq tune. Ji niha şûnde dibe ku êşkenceyê li hemû kesan bikin. Lê sûcê êşkenceyê wê rojekê were darizandin. Kesên ev êşkence kirine wê rojekê li ber hiqûqê hesap bidin.”

Serokê Komeleya Jîngehê ya Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik jî diyar kir ku êşkence sûcê mirovayetiyê ye û êşkenceya wisa ya li ser jinê hovîtî ye.

Parêzer Cemal Demîr jî diyar kir ku AKP’ê gotibû êdî wê êşkence neyê kirin û got, “Lê mixabin ev gotin li ser kaxizan dimîne. Êşkence û zext û zor her dem domiya. Kesên ev êşkence kirine, divê werin destgîrkirin û girtin.”