Li Wanê li dijî tecrîdê daxwazname hatin şandin

Ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wanê bi pêşengiya DBP û HDP’ê ya Wanê daxwazname ji Wezareta Dadmendiyê, Serdozgeriya Komarê ya Bûrsa û CPT’yê re hatin şandin.

Piştî ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê wergirtin çalakiyên ku dest pê kirin didomin. Li Wanê bi pêşengiya HDP, DBP, KCD, TJA û Însîyavîa Girtîgehan daxwazname ji Wezareta Dadmendiyê, Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û CPT’Yyê re hatin şandin, û fikarên ji bo tenduristiya Ocalan hatin vegotin.

'HETA KU HEVDÎTIN NEBIN FIKARÊN ME NAQEDIN'

Li vir Hevserokê Bajêr ê HDP’ê yê Wanê Umît Dede bal kişande ser tecrîda girankirî ya ku ev 18 sal in li Imraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî kêfî tê meşandin û li derveyî hiqûq û prensîbên gerdûnî ye û got, li ser Ocalan tecrîda girankirî a Pergala Imraliyê heye. Her wiha Dede got ev 2 sal û nîv in tecrîda giran hatiye girantirkirin û bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê wergritin, ne dikare bi malbatê re û ne jî bi parêzerên xwe re hev bibîne û bal kişande ser nûçeyên ku derbare jiyan û tenduristiya Ocalan ku vê dema dawî hatine weşandin, bal kişande ser ku ev nûçe fikarên mezin bi gel re çêdike. Dede wiha got, ‘’Em ji tenduristî û ewlehiya birêz Ocalan bi fikar in. Ji bo vê jî em dixwazin ku demildest şandeyek, malbat û parêzer hevditinê bi Birêz Ocalan re bikin û ji fikarên me re bibin bersiv. Em dixwazin zûka dawî li tecrîda girankirî were.’’

Piştî daxuyaniyê komek ketin postexaneyê û daxwazname şandin.