Li Wanê lêhî rabû

Li Ercîş a navçeya Wanê ji ber barana zêde lêhî rabû. Ziyan gehişte zeviyên çandinyê û 74 pez jî telef bûn.

Ji ber barana bê navber ya ev du roje li Wanê di bare îro li hinek deveran vegeriya lêhiyê.

Di felaketa lêhiya rabûyî de ti ziyanên canî bi mirovan ne ket, 74 pez telef bûn, govên wan xirabûn û ziyanek mezim gehişte zeviyên çandiniyê.

Li Taxa Kirkpinar a 25 kîlometre durî Ercîşê jî ji ber barana zêde ya di seat 16:00’an de destpê kirî gelek govên pez ziyan dîtin, li taxê jina ku li govê xwarin dida pez, ji ber lêhiya rabûyî di nava lêhiyê de ma bi alikariya derdor hate rizgarkirin.

Li taxê rê û zeviyên çandî yên çandiniyê ji ber lêhiyê ziyan dît. Dema ji aliyê runiştvanên taxê ve agahî dan kesên berpirsyar, li taxê xebat ji bo tesbît kirina ziyanê hate destpêkirin.