Li Wanê ji bo meşa 12’ê Kanûnê bang hate kirin

Li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê amadekariyên meşa 12’ê Kanûnê berdewam dikin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Meclisa Dayikên Aştiyê, li dijî tecrîda li Îmraliyê, di 12’ê Kanûnê de li Wanê meşeke girseyî li dar bixin. Xebatên ji bo meşê didomin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li navçeya Ebexê, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li navçeya Westanê, parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî li navçeya Şaxê bi gel re civiyan.

‘PÊŞENGÊ BERXWEDANA ME RÊBERÊ GELÊ KURD E’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û şandeya pê re li navçeya Ebex û gundên wê bi gel re civiyan û serdana malan kirin. Ozturk, diyar kir ku gelê Kurd nasname, ziman û azadiya xwe dixwaze û got: “Lê li dijî vê yekê dibêjin ‘dewlet em in’ û li dijî hemû daxwazên Kurdan polîtîkayeke êrişê dimeşînin. Ji bilî xwe destûrê nadin ku kes bijî. Li dijî pergala ku me tune dihesibîne mafê me yê berxwedanê heye. Hûn lê dinerin çekên kîmyewî bikartînin. Ji bo ku Kurd bimirin kesên difiroşin jî kesên dikirin jî memnûn in. Dixwazin erdnîgariya Kurdan tune bibe. Ev polîtîkayeke sÎstematik e. Em 50 sal in li ber xwe didin û berdêlan didin. Em ê li dijî vê li ber xwe bidin. Pêşengê vê berxwedanê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.”

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û şandeya pê re jî li navçeya Westan û gundên wê bi gel re civiyan. Bayindir geşedanên li Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand û wiha got: “Desthilata AKP’ê û MHP’ê îro êrişî hemû herêmên Kurdistanê dike. Ji Rojava heta Herêma Kurdistana Federe û heta zindanan êrişî her derê dike. Em ê wan bişînin, em ê bi gelê xwe re têbikoşin û wan di demekî kurt te bişînin.”

Bayindir, gel vexwend meşa ku di 12’ê Kanûnê de were lidarxistin.

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî û şandeya pê re jî li gundên li herêma Êzdînan a navçeya Şaxê bi gel re civiyan. Temellî diyar kir ku hemû pirsgirêkên siyasî, aborî, çandî û civakî yên li Tirkiye û Kurdistanê ji hikûmetê pêk tên û ji bo çareseriya mayînde ya hemû pirsgirêkên tên jiyîn pêwîst e hikûmet were guhertin. Temellî got: “Qadên me yên jiyanê tên bombekirin. Tiştan ji destê gel digirin û bombeyan pê dikirin. Dikujin û ji cih û war dikin, mafên wan ji wan distînin û dest deynin ser. Dema ku em hatin cem hev û me ev têkoşîn mezin kir wê hemû pirsgirêk bi dawî bibin. Ji ber vê yekê heta ku ev pergal neyê guhertin şensê me yê ji van şertan xelasbûnê nîne. Ji ber vê yekê rêya me ne rêya wî ne jî rêya yên din e, rêya me rêya sêyemîn e. Rêya me rêya hişmendiya neteweya demokratîk e.

 ‘DIVÊ EM TECRÎDÊ BIŞKÎNIN KU ÇARESERÎ BÊ ROJEVÊ’

Temellî, diyar kir ku ji bo tecrîdê vebêjin bi gel re dicivin û wiha got: “Ez qala çareseriyekê dikim, an ku qala birêz Abdullah Ocalan dikim. Ev vebijêrk heye, çareseriyek heye lê ji bo vê çareseriyê pêk bînin divê gaveke xurt biavêjin û tecrîdê bişikînin. Divê em tecrîdê bişikînin ku ev vebijêrk were axaftin û bigihe her kesên ku ji vê çareseriyê bêagahdar in. Ji bilî têkoşîna li dijî tecrîdê, zextê û tundiyê tu çareya me nîne.”

Şandeyê pişt re serdana gundên li herêmê kir.