Li Wanê êrîşa polîsan hate şermezarkirin

Li Wanê êrîşa polîsan hate protestokirin û bang li gel hat kirin ku li dora HDP’ê bicive. 

Polîsan beriya niha li Wanê êrîş biribû ser Dayikên Aştiyê û endamên TJA’yê ku ji bo piştgirî bidin Leyla Guven a ketin greva birçîbûnê û 14 kes destgîr kiribûn. Îro ev êrîşa polîsan li ber avahiya HDP’ê ya bajarê Wanê bi girseyî hate şermezarkirin. Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadişen Karabûlak, Umît Dede, Hevserokên DBP’ê yê Wanê Ayla Tarhan, Okkeş Kawa, wekîla HDP’ê ya Wanê û endama Desteya Rêber a Navendê Bedîa Ozgokçe Ertan, nûnerên KCD, TUHAY-DER, endamên TJA’ê û gel tevlî bû. 

‘TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE!'

Endama Desteya Rêber a Navendê ya HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan got, “Tecrîd sûcekî mirovehiyê ye, sûcekî li dijî mirovahiyê hatiye kirin e. Rejîma taybet a li Îmaraliyê tê pêkanîn li dijî hemû gelan û aştiyê tê pêkanîn.”

'DIXWAZIN ME TERORÎZE BIKIN'

Di daxuyaniyê de ev peyam hatin dayîn:

"Daxwazên Leyla Guven, daxwazên gelê me, daxwazên me jinan û daxwazên partiya me ne. Divê tecrîd demildest bê rakirin. Piştî êrîşa li ser partiya me kesên ku navê rojnamegeriyê dilewitînin, ev êrîşa li ser partiya me weke ‘Operasyona li dijî terorê’ raber kirin. Hedê tu kesî nîn e ku partiya me krîmînalîze bike. Wê daxwazên me yên ji bo pêkhatina daxwazên Leyla Guvenê bidomin. Gelê Wanê yê bi rûmet xwedî li partiya xwe derketiye. Em bang li gelê xwe dikin ku li dora partiya xwe bicivin û van êrîşan vala derxin. Wê tu kes nekaribe li ber daxwazên me bisekine.”