Li Wanê doz li 107 xebatkarên şaredariyê hate vekirin

Li 107 xebatkarên şaredariyê ku binçavkirin Şaredarê Şaredariya Mezin a Wanê şermezar kirin doz hate vekirin.

Li ser 107 xebatkarên şaredariyê ya Şaredariya Mezin a Wanê, ku binavçkirin Şaredar Bekîr Kaya protesto kirin doz hate vekirin, di nav 107 kesî de endamên meclîsa şaredariyê jî hene. Ji bo xebatkarên şaredariyê 3 sal cezayê hepsê tê xwestin.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîna navborî qedand. Îdîanamaya ku hatî hazirkirin ji hêla Dadgeha Cezayê Eslî yê 7. a Wanê ve hate qebûlkirin.

Têpayin ku darizandina 107 kesan di rojên pêş me de dest pê bike.