Li Wanê dema qedexeyê ji nû ve hate dirêjkirin

Li Wanê qedexeya çalakî û xwepêşandanan ku sê sal in dewam dike ji nû ve hate dirêjkirin.

Li Wanê ji 21'ê Mijdara 2016’an heta niha Hezar û 114 rojin li derve hemû çalakî û daxuyanî li saziyên sivîl û rêxistinên demokratîk hatine qedexekirin. Ji bo biryara qedexekirina çalakiyên li kolanan bi dawî bibe, Baroya Wanê serî li Walîtiyê dabû. Dîsa gelek kesên din serî li Walîtiyê dabûn. Baroya Wanê heta niha 9 caran serî li Walîtiyê da û xwest qedexeyên li ser çalakiyan bên rakirin. Lê Walîtiyê serlêdana Baroya Wanê wekî "Yekperest û Sadîst dîtibû." Herî dawî Prz. Mahmut Kaçan jî serlêdana tekakesî kir û xwest qedexeyên li ser çalakiyan bên rakirin. Lê Walîtiya Wanê heman bersîva "Nêzîkatiya Yekperest û sadîst e" da Prz. Mahmut Kaçan jî.

Li Wanê ku heta niha hezar û 114 rojin hemû çalakî, bername û şahiyên li derve ji aliyê Walîtiya Wanê ve hatine qedexekirin. Walîtiyê 15 rojên din dîsa hemû çalakî û bernameyên li derve bên li darxistin qedexe kir.