Li Wanê civîna ‘tecrîdê’: Li dorî Ocalan bibin yek

HDP’ê li Wanê bi civînekê tecrîda li ser Ocalan nirxandin.

Ji aliyê rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajarê Wanê civînek hate lidarxistin, di civînê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin.

Civîna li saloneke dawetê bi sernavê ‘Civîna li hev kombûna gel’ hate lidarxistin, hevserokên HDP’ê yên navçeyê Yandîşen Karabûlak, Umît Dede, Parlementerê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, Hevserokên DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan, Okkeş Kawa, Endama PM yê DBP’ê Semîra Kût, ji Parêzerê Bîroya Hiqûqê ya Sedsalê Parêzerên OHP’ê, Aktivîstên TJA’yê, Însyatîfên Dayikên Aştiyê, hevşaredarên ku qeyûm ji bo wan hatin wezîfedarkirin li gel rêxistinên HDP û DBP’ê yên bajêr û navçeyê û gel amade bûn.

Destpêkê Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede axivî û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir, bal kişand ser heqîqeta ku Ocalan derxistî holê û got: “Niha Rojhilata Navîn di rewşeke nû de ye. Niha li gorî rewşê çareserî di felsefeya Ocalan de heye. Ji bo wê Ocalan bû hedefa hemû hêzên dagirker û pêvajoya komployê hate destpêkirin. Hê jî ev komplo dom dike.”

KÛT: OCALAN DIKARE VÊ ÇARESER BIKE

Piştre jî endama PM’ê ya DBP’ê Semîra Kût axivî û got: “Niha ramanên Ocalan dikare xistimîna li tevahî cîhanê bide vekirin. Ocalan gotibû wê di demeke nêz de kaoseke mezin pêk were, niha em vê rewşê dibînin. Li Rojhilata Navîn ev kaos heye. Yekane çareserî Modernîteya Demokratîk e. Kapitalîst Modernîte têk çûye.

KOKLU: TECRÎD NE TAKE KESÎ YE CIVAKÎ YE

Ji Buroya Hiquqa Sedsalê Parêzer Serbay Koklu jî wiha got: “Helwesta li dijî Rêzdar Ocalan ne li dijî tenê kesekê ye. Çawe ku Plana Şark Îslahat li dijî gelê Kurd bu îro jî tecrîd heman tişte. Li Îmraliyê tecrîdeke take kesî nine, bi rastî jî hemû welat veguherandine girtîgehê.”

‘RAPORA CPT REWŞA TECRÎDÊ YA NAVNETWÎ RADIXE BER ÇAVAN’

Koklu rapora CPT rexne kir û wiha domand: “Di sala 2016’an de hewldana derbeyê û derbeya dijber pêk hat. Niha di pêvajoyek wiha de di 2 salan de gelek guhertinên hiquqî hatin paşguh xistin û raporekî ku vêya rewa dike hate weşandin. Ev jî belgeyeke ku berjewendiyên hêzên navnetewî radixe pêş çavan e.”

BOTAN: ÎDEOLOJIYA RÊZDAR OCALAN BISER KET

Herî dawî Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Lezgîn Botan axivî û wiha got: “Rêzdar Ocalan sistemeke ku hemû cîhanê diguhere û aşitiyê ji gelan re tîne ava kir. Di sîstema Rêzdar Ocalan de hemû kes xwe îfade dike, azad dijî. Ji ber vê sedemê sîstema kapîtalîst ket nava fikaran û ev pêvajoya ku îro em dijîn da destpêkirin. Ji ber vê sedemê divê hemû kes li derdora Rêzdar Ocalan kom bibe. Divê em vêya pêk bînin û em neçarin. Piştî 7’ê Hezîranê sedemê yekemin yê êrîşkirina dewletê serketina HDP’ê ya ku projeya Rêzdar Ocalan bû.”

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.