Li Wanê çalakiyên bi bombeya deng

Li Wanê, komeke bi navê "Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Zamanî û Şehîd Sêvê" ragihand, di meha Nîsanê de li çar deveran çalakiyên bi bombeya deng pêk aniye.

Koma bi navê "Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Zemanî û Şehîd Sêvê", encama çalakiyên di navbera 21-26'ê Nîsanê de pêk anî, eşkere kir.

Komê diyar kir, roja 21'ê Nîsanê wan bombeya deng avêtine mala kesê bi navê "M.T." ê hevkarê AKP'ê û di encamê de xisara madî li mala wî şexsî bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Şeva 23'ê Nîsanê li kolana Demokrasiyê ya li navçeya Tûşbayê ya Wanê, bi bombeya deng a hatiye xurtkirin re li dijî polîsên êrîşkar çalakî hate kirin. Encama çalakiyê eşkere nebû."

Li ser du çalakiyê din jî di daxuyaniyê de hate gotin, "Êvara 24'ê Nîsanê li taxa Sixkê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li kolana ku piraniya şêniyên wê cerdevanên dewleta Tirk a dagirker in, du bombeyên deng hatin teqandin.

Êvara 26'ê Nîsanê yekîneyên me li taxa Şehîd Firat rê li trafîkê girtin û li dijî polîsên Tirk ên dagirker bi bombeya deng û fîşekên hewayî çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de ji dijmin birîndar çêbûn, lê hejmar nehate tespîtkirin."