Li Wanê çalakiya malbatên girtiyan didome

Li Wanê çalakiya malbatên girtiyan di roja 96'an de didome. Endamên ARSÎSA serdana malbatan kir.

Nobeta Adaletê ya malbatên girtiyên nexweş û nayên berdan li Baroya Wanê di roja 96'an de didome. Çalakiya îro ji hêla dayika girtî Botan Tîmûr  Aslihan Tîmûr û bavê girtiyê Hakan Bîlekçî Cevzet Bîlekçî ve hate domandin. Endamên ARSÎ'yê (Komeleya Lêkolîna Ziman û Çand) serdana malbatan kirin.

Rêveberê ARSÎSA'yê Seyîd Kiliç di serdanê de axivî. Kiliç got, ''Dayikên me li vir li ber xwe didin. Girtî ne tenê ji bo xwe, ji bo vî gelî li ber xwe didin. Ji ber vê jî berxwedana li girtîgehan dîrokî ye û pir girîng e.''

Kiliç diyar kir divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zûzûka biqede û got,''Em tecrîdê qebûl nakin. Tecrîda li ser Ocalan rabe gel wê şad bibe. Me duh dît ku qadên Newozan li gel teng dimînin .Gel vê berxwedaniya xwe ji dayikan distîne. Êdî pergal nikare pêşiya gel bigire.''