Li Wanê bi ser malan de girtin: Hevşaredar Bagci hate destgîr kirin
Di serdegirtinên malan ên li navçeya Erdîş û Qelqelî yên Wanê de, Hevşaredara Qelqelî Handan Bagci jî di nav de 4 kes hatin destgîr kirin.
Di serdegirtinên malan ên li navçeya Erdîş û Qelqelî yên Wanê de, Hevşaredara Qelqelî Handan Bagci jî di nav de 4 kes hatin destgîr kirin.
Polîsan li navçeyên Qelqelî û Erdîş ên Wanê bi ser malan de girtin û 4 kes destgîr kirin.
Polîsan li Wanê bi ser mala Hevşaredara Qelqelî Handan Bagci de girtin û Bagcî destgîr kirin. Li navçeya Qelqelî jî Zubeyîr Bagci û kesekî ku navê wî nehate zanîn hatin destgîr kirin. Li navçeya Erdîşê jî polîsan bi ser mala Rêvebera HDP’ê ya Erdîşê Ayfer Sayat a li Taxa Yeşîlova de girtin û Sayat destgîr kirin.