Li Wanê bi sed hezaran mirov diherikin Newrozê

Li Wanê bi berbangê re gel ber bi qada Newrozê ve herikî. Li qadê dagirkerî û talana dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê bi hêrseke mezin tê şermezarkirin.

Li Wanê bi sed hezaran mirov ber bi qada Newrozê ve diherikin. Haziriyên Newrozê beriya bi rojan bi rihekî seferber hatin kirin û niha Newroza Wanê vediguhere Newrozeke bêhempa. Bi sed hezaran mirov li qada Newrozê dagirkerî û talana dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê şermezar dikin.

JI HER DEVERÊ BER BI BAJÊR VE DIHERIKIN

Bi berê sibehê re ji gelek niqteyên bajêr gel ber bi qada Newrozê, bi otobês û wesayitên giştî ber bi Parka Çandê ya Wanê ya di navbera Keleha Wanê û Gola Wanê ve diçe. Ji navenda bajêr gel bi hezaran kom bi kom ber bi qada Newrozê ve hatin, ji gund û navçeyên Agirî, Mûş, Bedlîs, Îdir, Qers û Erdexanê ber bi qada Newrozê ya  Wanê ve herikîn. Her wiha li navçeyên Wanê jî bi deh hezaran kes li ber bûroyên hilbijartinê kom bûn.

Wekîlên HDP’ê Meral Danış Beştaş, İbrahim Ayhan, hevserokê HDP’ê û DBP’ê yê yê Bajêr, şaredar li qada Newrozê hazir in.

Polîsan qada Newrozê kirine ablûkayê, helîkoptêr ji jor ve qadê kontrol dike.