Li Wanê bi deh hezaran kes guh da banga dîrokî
Li Wanê bi hezaran kes li Qada Bajêr li hev civiyan û guh dan banga ku piştî hevdîtina sêyemîn a heyeta Îmraliyê bi Rêber Apo re hate dayîn.
Li Wanê bi hezaran kes li Qada Bajêr li hev civiyan û guh dan banga ku piştî hevdîtina sêyemîn a heyeta Îmraliyê bi Rêber Apo re hate dayîn.
Gel ji bo guh bide bangê ji sê deriyan ketin nava qadê. Li Wanê ku welatiyên li bajarên derdor jî li hev civiyan, coş û hêvî balê kişand.
Hin kesên ku lê qadê bûn hestên xwe wiha rave kirin:
Halît Adiyaman: Bi hezaran kes niha ji bo aştiyê li vir in û hêviya vê bangê ye. Heta ku Birêz Abdullah Ocalan azad nebe, wê aştî pêk neyeê. Em dixwazin aştî were Tirkiyeyê û bi hev re bijîn. Em ji bo ku zilmên tên kirin bi dawî bibin, li vir in. Niha çavê her kesî li daxuyaniya Rêber Apo ye.
Mûstafa Alturk: Îro ji bo hemû cîhanê rojekî pir girîng e. Em bi êşkence û zilman hatin heta vê rojê. Peyama Serok Apo ji bo me û gelê me pir girîng e. Em ji bo encamê bi heyecan in.
Hacî Ronahî: Îro ji bo gelê Kurd û hemû gelên cîhanê rojeke dîrokî ye. Em ji bo vê roja dîrokî li vir kom bûne. Guh û çavên me li ragihandina aştiyê ya mezin a dîrokî ye. Em li benda peyama dîrokî ya Birêz Abdullah Ocalan in, ji ber ku mifteya aştiyê Abdullah Ocalan e. Her bijî Serok Ocalan.
Yakûp Aslan: Em aşitiyeke azad û birûmet dixwazin. Ev yek bi peyama Birêz Ocalan pêkan e. Em weke gelên Kurd, Tirk, Ereb, Çerkez û hemû gelên din êdî aşitiyê dixwazin. Em dikarin bi hev re aşitiyê pêk bînin.
Ayşe Ergul: Em bi vê daxuyaniyê gelekî kelecan in. Ji ber ku hevdîtina li gel pêşengê têkoşîna jinan a ji bo azadiyê ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Silava ku dê ji Birêz Ocalan were gelekî girîng e û em gelekî bi kelecan in. Em di wê baweriyê de ne ku dê bi peyama Birêz Ocalan û pêşengiya hemû jinan aşitî were dabînkirin.
Abdullah Babat ê ku piştî 30 salan hatî tehliyekirin: Ez gelekî bi kelecan im. Ev demeke dirêj e hemû gelên li herêmê li benda vê rojê ne. Ji bo me jî rojeke dîrokî ye. Ev 30-40 sal in em bi vê xeyalê dijîn û ez bawer dikim ku dê tiştên baş rû bidin. Ji bo me gelê Kurd îro rojeke taybet û girîng e. Dê ji bo me Kurdan bibe rojeke dîrokî. Me gelek destkeftîbi dest xistin û a niha rewşa gelê Kurd gelekî baş e. Îro ew roj e ku têkoşîna heyî êdî belav bûye.