Li Wanê bi civînekê amadekariyên hilbijartinên herêmî

Amadekariyên hilbijartinên herêmî HDP’ê li Wanê da destpêkirin.

Bi civîna îro HDP’ê ya li Wanê lidar xist, dest bi xebatên hilbijartinên herêmî kir.

Hevserokên HDP’ê yê Wanê Yadîşan Karabûlak, Umît Dede, Hevserokên DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan, Okkeş Kawa, Parlemeterên Wanê Tayyîp Temel Bedîa Ozgokçe Ertan, Muzazze Orhan, Mûrat Sarisaç, û endamên PM-MYK yên HDP-DBP’ê hevşaredarên navçe û bajaran tevlî civîna li avahiya HDP’ê ya navçeya Artemêtanê hate kirin bûn.

Destpêkê Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede axivî û qala plansaziyên pêşerojê kir. Piştî Dede Parlemeterê HDP’ê yê Wanê Tayyîp Temel di destpêka axaftina xwe de parlemeterê berê yê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan bibîr anî û diyar kir ku di demek zor û zehmet re derbas dibin. Temel destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd li bajar û herêmên ku Kurd lê dijîn bi kedeke mezin û fedekarî didome. Di vê wateyê de Wan û Serhed di têkoşîna me de xwedî cihekî taybet e.

 ‘ROJEVA ME YA SEREKÎ TECRÎD E’

Temel bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Ya herî girîng tecrîdkirina Birêz Ocalan e. Cezayê disiplînê li Ocalan hatiye birîn. Berê digotin ‘koster xirabe ye, Rewşa Awarte’ heye. Niha jî bi awayekî vekirî polîtîkaya ku li Îmraliyê dixin meryetê nîşan didin. Dixwazin sebra me bipîvin. Pirsgirêka tecrîdê pirsgirêka tecrîdkirina gelekê ye. Rojeva me ya sereke ya îro ev e. Tirkiye di rewşeke kirîtîk re derbas dibe. Sîstema dewletê îro bi demeke zor re derbas dibe. Her ku dikevin zoriyê qetlîam û qirkirina gelê Kurd dikin. Qirkirina gelê Kurd niha bi qeyûmên hatine wezîfedarkirin li Kurdistanê dikin.”

Civîna xebatên hilbijartina herêmî piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî dewam kir.