Li Wanê berxwedan didome: AKP dihele

Berxwedana li dijî dagirkeriya qeyûman li Wanê didome.

Berxwedana li dijî dagirkeriya qeyûman a li ser şaredariyên Kurdistanê kete roja 13'an. Li daxuyaniya li ber avahiya Rêxistina Navçeya Artemêtanê ya Wanê wekîlên HDP'ê, hevşaredar, hevserokên rêxistinên bajêr û  navçeyan, Dayiken Aştiyê hazir bûn.

'AKP DIHELE'

Hêzên çekdar ên dewletê pêşiya deriyê rêxitina navçeyê girtin û nehişt ku gel têkeve hundir.

Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, ''AKP demên dawî yên desthilatdariya xwe ya 18 salan dijî. Êdî dest bi tinehesibandina vîna gel, dest bi desteserkirina vîna gel kiriye. Destserkariya dema Rewşa Awarte dubare kiriye. Lê em bi vê jî dizanin; AKP her roja ku diçe dihele.''

Kaçmaz her wiha got bloka AKP-MHP'ê bi tîmên gladyo yên dema salên 90'î dixwaze desthilatdariya xwe qeyûm bike.

Kaçmaz  bi berdewamî got, ew darbeya siyasî bi rengî qebûl nakin û domand, ''Encam çi dibe bila bibe em ê darbeya AKP'ê qebûl nekin. Em ê li vîna gel xwedî derkevin û gel wê bi ser bikeve.''

Piştî daxuyaniyê çalakger dest bi çalakiya rûniştin3e kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên ,''Em bêdeng namînin, natirsin, serê xwe natewînin'', ''Wan a me ye, Amed ya me ye, Mêrdîn a me ye'' gel helwesta xwe nîşan da.

Piştî çalakiya rûniştinê kom ji bo mîtînga sibe ya 1'ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê wê belavokan belev bike.