Li Wanê 12 HDP'yî hatin destgîrkirin
Li Wanê, di serdegirtina malan de 12 kes hatin destgîrkirin ku Hevserokê HDP'ê yê navçeya Rêya Armûşê û rêveberên bajêr jî hene.
Li Wanê, di serdegirtina malan de 12 kes hatin destgîrkirin ku Hevserokê HDP'ê yê navçeya Rêya Armûşê û rêveberên bajêr jî hene.
Li Wanê, polîsên Tirk dest bi operasyona destgîrkirina rêveberên HDP'ê kirin.
Danê sibehê avêtin malan û hevserokê HDP'ê yê navçeya Rêya Armûşê Tahîrhan Sayyîgît, rêveberên navçeyê Nûrî Gur, Alî Beyaz û Fîkret Dûman jî di navê de 12 kes destgîr kirin.
Li ser nasnameya 8 kesên din agahî bi dest neket.