Li Tîpa T ya Wanê li dijî tecrîdê greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger

Girtiyê bi navê Hakan Tûnc li dijî tecrîda li ser Ocalan beriya bi 10 rojan girêva birçîbûnê ya bêdem û dorveger da destpêkirin.

Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa T’yê girtiyê bi navê Hakan Tunc ji bo tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û dawî li binpêkirinên girtîgehan were beriya bi 10 rojan greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger da destpêkirin. Tûnc ku ev 6 meh in di hucreyeke tek kesî de tê hiştin di hevditinên malbatê de diyar kir ku biryardar e û ji ya xwe naye xwarê.

Tun bi rêya malbata xwe got, ‘’Pêşî dixwazin tecrîda li ser Rêbertî rabe û dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan were. Ji ber nêzîkatiya kêfî di hucreyeeke yek kesî de tême hiştin. Ez koledariya ku girtîgeh ferz dike qebûl nakim û bedena xwe didim ber mirinê.’’

BIRAYÊ TÛNC: TIM BINPÊKIRIN HENE

Birayê Tûnc Mehmet Tûnc got: ‘’Li girtîgehan tim binpêkirn hene. Dema ku em diçine hevdîtinan bi malbatî nahêlin em hevdîtina bikin. Me yek bi yek dibin hundir û wiha hevditin dibin. Dema ku em hev dibînin tim li ser serê me qediyan hene. Nameyên ku birayên min dişîne nayên ber destê min. Em jî dema ku nameyan dişînin nadinê.’’