Li tîpa T a Wanê zext li girtiyên di grevê de ne tê kirin

Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, rêveberiya girtîgehê dest danî ser nivînên girtiyên siyasî û got, "bi qîmetê dewletê zaninbin." Her wiha 12 kes îro tên sirgûnkirin.

Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, ku bi zext û êşkenceyê her tim di rojevê de ye, vê carê jî nivînên girtiyan hatin desteserkirin. Girtiyên siyasî yên bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn gotin, leşkeran bi kêfî avêtine ser odeyên wan, heqaret li wan kirine û nivînên wan ji odeyan derxistine.

Hat ragihandin, endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Şehmûs Bulbulun jî di nav de 12 kes xistine hucreyan û wê îro bên sirgûnkirin.

Malbatên girtiyan li ser mijarê agahî dan û diyar kirin, ku êşkence gihîştiye asteke bilind. Malbatan gotin, "leşkerên avêtine ser qewîşan ev gef li girtiyan xwarine 'hûn kî ne ku li be dewletê radibin. Eger hûn serê xwe rakin, em ê berdin serê we'."

NIVÎN JI ODEYAN TÊN DERXISTIN

Girtiyan ji malbatên xwe re gaihandin ku nivîsên wan ji odeyan hatine derxistin û ji bo pirsa "hûn çima nivînan derdixînin?" gardiyanan ev bersiv dane wan: "Rehetî bi kêrî we nayê, ji xwarina ku tê ber we dua bikin. Hûn hem nanê dewletê dixwin hem jî xiyanetê dikin. Ji xwe hûn ji bo Ocalan ketine greva mirinê. Bivê nevê hûnê bimirin. Nivîn ne hewce ye ji bo we, li ser beton razên û qîmetê dewletê zanibin."

Hat ragihandin, girtiyên ku bi rêya telefonê ev pêkanînên hovane û êşkence ji malbatên xwe re gotin, bi lez û bez li hucreyan hatin bicihkirin û tê gotin ku wê sirgunî bajarên din bên kirin.

Girtiyan diyar kirin, ku ew bi fikar in êrîş li hevalên wan ên di greva birçîbûnê de ne bê kirin.