Li Tilizêr artêşa Iraqê êriş bir ser gundiyan: Kesek birîndar bû

Artêşa Iraqê ku van rojên dawî gefên xwe yên li ser Şengalê zêde kiriye, îro serê sibehê li Tilizêr êriş birin ser gundiyan. Hate ragihandin ku gundiyek birîndar bûye û alozî dewam dike.

Bi zêdebûna gefên hêzên Iraqê ya li ser Şengalê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê doh bi rengekî awarte li hev civiyan û biryar dan ku îro bi meşeke girseyî li ber van gefan rabe.

Meş wê îro li navenda bajarê Şengalê pêk were.

Bi vê armancê ji gund, bajarok û komalgehên Şengalê girseya gel hewl da ber bi navenda Şengalê ve bê.

Yek ji wan gundan jî Tilizêr e.

Şeniyên Tilizêr dema ku hewl dan ber bi navenda Şengalê ve biçin, li gund ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve hatin rawestandin.

Hêzên çekdar ên Iraqê dest li gundiyên Tilizêr werdan û li gorî agahiyên destpêkê ji ber vê êrişê gundiyekî Tilizêr birîndar bûye.

Hate ragihandin ku hêzên artêşa Iraqê guleyan jî li hewayê direşînin.

Alozî hîn jî dewam dike.